11:14:03
Rojava News: Supaya Pasdaran a Îranê li gundê Alanê yê bi ser bajarokê hecî Omeran ve êrişî kolberên kurd kir û di encamê de kolberek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Birêvebirê Nexweşxaneya Çoman Helmet Kerîm ragihand di encama êrişa Supaya Pasdaran a Îranê de 2 kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûn.
Li gorî nûçeya malpera Rûdawê, Helmet Kerîm diyar kir ku her du birîndar ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê li kolberê bi navê Selha Boreke tevî midexaleyên bijîşkî ji mirinê xilas nebûye.
Kerîm da zanîn ku kolberê birîndar ê bi navê Xurşîd Xesrew jî li nexweşxaneyê tê dermankirin. Herwiha Xurşîd Xesrew ji wiha got: "Em di dema vegerê de ketin kemîna Supaya Pasdarên Îranê.
Pasdaran gule berdan me. Hevalê min Selah ji tirsa xwe bi tahtê de avêt. Ez jî ji lingê xwe ve birîndar bûm. Ji ber nebûna derfeta kar û hejariyê, beşek zêde ya xelkê Kurdistana Îranê bi neçarî li ser sînorê navbera Îran-Iraq û Îran-Tirkiyeyê karê kolberiyê û kasibkariyê dikin.
