12:50:56
Rojava News: Sê alayên Amerîkayê yên ku duh li ser avahiyeke bajarê Girê Spî yê Rojavayê hatibûn bilindkirin, îro hatin daxistin.
Sê alayên Amerîkayê yên ku li sê xalên herêma Mûmabtihê ya Girê Spî hatibûn daleqandin hatin daxistin lê alaya ku li ser avahiya Gumrikê hîn jî daleqandî ye.
Ev ala ji navçeya Akçakaleyê ya Ruhayê tê dîtin. Herwiha roja 2yê Îlonê, alayên Amerîkayê li gundê Rafiyê yê bajarê Minbicê jî hatibûn daleqandin.
Çavkaniyên herêmî îdia kriibû ku ew ala wek "mertal" hatibûn bikaranîn.
