Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokê bi navê Nîhat Kazanhan ê 12 salî di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê tevî ku di nava rojê de ti çalakî û bûyer tinebûn jî polîsan rasterast bombeyên gazê avêtin taxan û tax gulebaran kirin, zarokê bi navê Nîhat Kazanhan bi giranî birîndar kirin. Kazanhan ji aliyê welatiyan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û li gel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.
