Endamên ENKSê li Rojava grêva birçîbûnê bi dawî kirin

Endamên ENKSê li Rojava grêva birçîbûnê bi dawî kirin

10:28:39

 

Rojaba News: Emîndariya ENKSê ragihand ku ji hemû encûmenên xwecîhî xwestine ku greva birçîbûnê ya ji bo serbestberdana girtiyên siyasî hatibûn sazkirin, bidawî bikin.

 

Emîndariya ENKSê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civîneke rojnamevanî lidarixst û ragihand, ku ji tevahî encûmenên xwecîhî yên herêma Cizîrê xwestine greva berçîbûnê bidawî bîkin.

 

Li ser banga Emîndariya ENKSê û herwiha zexta malbatên girtiyên siyasî, îro greva berçîbûnê ya li navçe û bajarên Rojavayê Kurdistanê bidawî bû.

 

Encûmena Xwecîhî ya Çil Axayê bi daxuyaniyekî çapemeniyê greva xwe bi dawî anî û ragihand, li ser daxwaza malbatên girtiyên siyasî, biryar dane greva xwe bişkînin.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê demapêş bi heman armancî çalakiyên cuda bên lidarxistin.

 

Li Dirbêsiyê jî, gireva birçîbûnê bi daxuyaniyeke fermî bidawî hat ku ev sê roj in, çalakvan û endamên ENKSê di grevê de bûn.

 

Çalakvanên Tirbesiyê soz dan heta ku girtî hemû bên berdan çalakiyên xwe berdewam bikin.

 

Ji aliyê din ve Nûnertiya ENKSê ya Hewlêrê jî bi daxuyaniyekî ragihand ku greva birçîbûnê ya li Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin, bidawî hatiye.