Erdogan dîsa gef li Rojava xwar: Em nahêlin ew bigihên Efrînê!

Erdogan dîsa gef li Rojava xwar: Em nahêlin ew bigihên Efrînê!

12:18:09

 

Rojava News: Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dîsa li dijî hêzên kurdî yên Kurdistana Rojava axivî û got, em nahêlin “korîdora terorê” (qesta wî korîdora kurdî ye) li Sûriyê pêk were.

Serokomarê Tirkiyê beriya ku ber bi Amerîka ve bikeve rê, civîneke rojnamevaniyê li dar xist. Erdogan da zanîn ku dê tevlî civîna civata giştî ya NY, ku sibê dest pê dike, bibe û gotarekê pêşkêş bike.

Erdogan piştî ku behsa naveroka gotara xwe kir, bersiva pirsên rojnamevanan jî da. Derheqê operasyona “Mertala Firatê” de got, emê di civîna NY de dîsa behsa avakirina “herêma aram” bikin û emê ji wan re bêjin ku bila 5 hezar km bibe herêmek aram.

Serokomarê Tirkiyê dîsa li dijî Kurdistana Rojava axivî û got, em nahêlin li wir “korîdora terorê” were avakirin. Dixwazin heta Efrînê biçin û li wir jî derbasî deryaya Spî bibin. Jixwe Til Ebyed (Girê Spî) jî cihê ereban e û divê PYD û YPG ji wir derkevin.

Li ser aloziya vê dawiyê ya navbera çekdarên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê û hêzên amerîkî li Sûriyê jî Erdogan got, çekdarên opozîsyna Sûriyê nedixwestin hêzên amerîkî alîkariya wan bikin. Hêzên me yên taybet, serbazên amerîkî ji wê derê derxistin. Helbet siyaseta Amerîka wisa kiriye ku ev rewş çêbibe.

Çend roj berê, komek serbazên amerîkî çûbûn devera El Raî ya Sûriyê da ku alîkariya çekdarên opozîsyona Sûriyê bikin lê çekdarên opozîsyonê bi tundî nerazîbûn nîşan dabûn, ji ber wê jî serbazên amerîkî neçar mabûn ji wir biçin.