Pîrahşarê: Şerekî giran dest pê kir

Pîrahşarê: Şerekî giran dest pê kir

12:24:00

 

Rojava News: Li navçeya Pîranaşarê ya Rojhilatê Kurdistanê, di navbera hêzekî kurdî û pasdarên Îranê de şer û pevçûn derket.

Li gor nuçeya Rudawê şevê din  (18-09-2016) li herêma Berê Mêrganê ya navçeya Pîranşarê, di nava şervanên kurd û artêşa pasdarên Îranê de pevçûn derketiye. 

Hat zanîn; heta niha jî şer berdewam e lê nayê zanîn ka şervanên kurd yên kîjan aliyê ne.

Li gorî zanyariyan 2 endamên xwecîh ên pasdarên Îranê birîndar bûne.