Partiyên Kurdistanî ji aloziyên li Rojava dilgiran in

Partiyên Kurdistanî ji aloziyên li Rojava dilgiran in

12:45:27

 

Rojava News: Serokên Partiyên Kurdistanî yên li Bakûr jî li ser aloziyên di navbera Asayîşa Rojava û desteserkirina rêveber û endamên Encumeniya Niştimaniya Kurd ya Sûriyeyê (ENKS)'ê de dilşkestina xwe anîn zimên. Serokên partiyên Kurdistanî amaje dikin ku di vê demê de pêdivî zêdetir bi biratî û hevgirtinê heye, desteserkirina siyasetmedaran xizmeta biratiya gelê Kurd nake.

Partiyên Kurdistanî yên li Bakûr, rûdanên li Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ji nêz ve dişopînin; hewlesta Asayişa Rojavayê Kurdistanê ya li hemberî endamên ENKS'ê şermezar dikin û dibêjin pêvajoya ku em di nav de ne pêdivî bi hevgirtinê heye. Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mûstefa Ozçelîk, got heger Kurd li hember Kurdan ji bo pêkanîna daxwazan bikevin greva birçîbûnê ev ji bo hemû Kurdan şermiyeke mezin e.

Derbarê vê mijarê Serokê Giştî yê PAK'ê Mûstefa Ozçelîk wiha got:"Ew peymana li Hewlêrê û li Duhokê di navbeyana ENKS û TEV-DEM'ê de bi rê ketibû, divê ew peyman bi cih were. Divê zûtirîn wext Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê dest ji vê siyasetê berde û îdareyeke hevbeş bi hemû partiyên Kurdan re ava bike."

Serok û rêvebirên partiyên Kurdistanî amaje dikin ku pêkutiyên PYD, TEV-DEM û partiyên nêzîkî wan, ne tenê li ser ENKS'ê, her wiha li ser Partiyên Bakûr ên Kurdistanî jî hene. Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê (PDK-T) Mihemed Emîn Kardaş dibêje, partî û rêxistinên ku ala PYD'ê hilnegirin û çeka YPG'ê nedin ser milên xwe, fikir û ramanên wan tên qedexekirin.

 

Herwiha Serokê PDK-T'yê Mehmed Emîn KARDAŞ ji K24; re wiha diyar kir:"Bila nûnerên partiyên PYD, PKK û HDP'ê bizanibin ku xeletiyê dikin, kiryarên wan û dan û stendinên ku dikin, hemû li dijî Kurd û Kurdistaniyan in. Ez bang li wan dikim ku ew jî wekî Kurdan bifikirin. Bila dest ji demokrasiya rojhilata navîn û dagirkeran berdin! Heger ku demokrat in, Heger aştîxwaz in, divê vê yekê di serî de di nav Kurdan de pêk bînin."

 

Serok û nûnerên partiyên Kurdistanî amaje dikin ku di pêvajoya ku Başûrê Kurdistanê behsa serxwebûnê dike, Rojava li hember DAÎŞ'ê têdikoşe û Bakûr jî di nav aloziyên çekdarî û siyasî de ye divê  pêşî li aloziyên navxweyî bê girtin da ku çareserî ji bo çar parçeyan bên afirandin.