Amerîkayê li Girê Spî navendek vekir!

Amerîkayê li Girê Spî navendek vekir!

13:34:47

 

Rojava News: Amerîkayê, li bajarê Girê Spî yê girêdayî Birêveberiya Xweser a Rojavayê navenekê vekir.

Li gor hatiye zanîn; ji bo ku Amerîka alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bike û şêwirmendiya leşkerî bide wan, li Girê Spî navendek vekir û alaya xwe jî li ser daleqandin.

Herwiha ew derdora navendê ji aliyê HSDê ve tê parastin û di dema êrîşeke muhtemel de, hêzên Amerîkayê û yên HSDê dê bi hev re bersivê bidin.

Ji aliyekî din ve, Amerîkayê berî niha jî li Kobanî, Rimêlan û Qamişloyê jî baregehên leşkerî damezirandibûn.