Nûnerên hin saziyên Kurdistana Sûriyê seredana xala sînorî ya Fîşxabûrê kir

Nûnerên hin saziyên Kurdistana Sûriyê seredana xala sînorî ya Fîşxabûrê kir

RojavaNews-Zaxo:Îro çarşembê 14/1/2015 şandek ji Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan-Sûriya û Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya(Liqê herêma Kurdistanê) û her weha Saziya Bedirxan ya Rewşenbîrî û zanistan , bi mêvandariya hin Endamên van dezgehan ku ji Kurdistana Sûriyê hatibûn seredana xala  sînorî ya Fîşxabûrê kir.

Berêz Şewket Berbuharî Berpirsê xala  sînorî ya Fîşxabûrê bi xêrhatina mêvanan kir , Berbuharî tekez kir li ser rola Rewşenbîran di avakirina Welatan de û nêzîkkirina hemû aliyên cuda bi hebûna rola giring ya Rewşenbîran , û her weha li ser rewşa dezgehên sivîl , di dawiyê de Mêvanan spasiya Berêz Berbuharî kirin li ser Pêşwaziya wî û amadebûna wî di xizmeta Rewşenbîran de.

Bahoz Rojavayî