11:12:58
Rojava News: Şer û Pevçûn di navbera Hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û xelkê çend deverên Kurdistana Rojava rûda, Endmaekî Serkirdayetiya PDKSê jî hoşyarî da.
Şer û Pevçûn di navbera hêzên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û xelkê çend deverên Kurdistana Rojava rûda, Endmaekî Serkirdayetiya PDKSê jî hoşyarî da.
Îşev 19 Eylûlê. Li çend navçeyên Kurdistana Rojava şer û pevçûn di navbera hêzên PYDê û xelkê de durustbû, hêzên PYDê dixwestin çend xortan jibo leşkereiya neçar destgîrbikin.
Endamê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye (PDKS) Nûrî Birîmo ji BasNews re ragehand: “PYDê dixwaze bi zorê xortên Rojava bibe leşkeriya neçar, PYDê ji aliyê Rêjîma Sûriyê û Îran têbikaranîn jibo jinavbirina destkeftiyên Kurdan li Rojava, lewma tiştê ku îro li Rojava rûda rastiya PYDê derdixe, niha jî PYDê ligel istxbaratên Sûriyê dest bi fişarê li dijî partiyên rojava dike.”
Herwiha got: “Jiber ku Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKSê) li gel doza rewa ya Kurdan e li Rojava PYDê dijyatiya wê dike.”
li gorî zaniyariyên ber dest, îro careke din hêzên Asayişa PYDê girtine ser Gundê Bana Şikeftê ser bi bajarê Dêrikê ve û xwestine lêkolînê ligek hejmarek xortên Gund lêkolînê bikin, di dema ku xortan xwe nedane dest, endamekî asayişê teqe li wan kiriye û welatiyek bi dijwarî birîndarbûye.
hêjayî gotinê ye ku berî demekê careke din Asayişa PYDê girtin ser heman gundî û careke din şer û pevçûn dinavbera xelkên gund û hêzêa Asayiş derket, di encam de 3 welatî birîndarbûn û 7 kes jî ji aiyê asayişê ve hatin zindanî kirin, lê piştî çend rojan azad hatin berdan.
