12:02:29
Rojava News: Hat zanîn ku PKK amadekariyên wê yekê dike ku neftê li bintara çiyayê Qendîl li Başûr derxîne û bifroşe Îranê. Rayedarekî Herêma Kurdistanê jî dibêje, PKKê sînorên xwe bi temamî girtiye.
Li gor nuçeya Bas Newsê hêzeka taybet a PKKê miha mijûlî çêkirina rêya navbera gundên bintara Qendîlê ye da ku ew nefta ku li wir heyer, bifroşe Îranê.
PKK dixwaze nefta gundê Sergelû derxîne û bi rêya gundên Pirdeşal û Dola Baleyan re derbasî aliyê Îranê bike. Ew rêya ku PKK niha çêdike, derdora 5 km e.
Ew cihê ku PKK dixwaze bîra neftê bikole, Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestibû nefta wir derxîne lê PKKê nehîştibû.
