Li Kobanî perwerdekarê zaroka yê DAIŞê hat kuştin

Li Kobanî perwerdekarê zaroka yê DAIŞê hat kuştin

Rojava News: Çekdarê DAIŞê yê ku perwerdeya kuştinê dida zarokek 10 salî li Kobanî hat kuştin.

Di vîdeoya rêxistina DAIŞê duhî weşandî de zarokek 10 salî hebû. Di dimenan de du kesên çav, dest û piyên wan girêdayî ku dihat îdiakirin ew ji saloxgerên Rusyayê bûn û di paş wan ve jî çekdarekî DAIŞê û zarokek xwedî çek hebû.

 

Hat dîtin ku piştî lêpirsînê herdu kes ji aliyê wî zarokî ve hatin kuştin.

 

Vê êvarê malperên  rêxistina DAIŞê ragihandin ku ew çekdarên zarok perwerdeyê kuştinê dikir yê bi navê Ebu Saad Daxistanî li Kobanî hat kuştin.

 

Ji aliyê din ve jî Fermandariya Navenda Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku îro li Kobanî balafirên hevpeymaniya navdewletî 6 êrişên asmanî pêk anî.

 

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê di encama wan êrişan de 8 çeper û wesayîtek DAIŞê ya bizirx hatin têkbirin.