Nûnerayetiya ENKSê li Ewropa daxuyaniyên Elzi'bî şermezar dike û piştgiriya girava birçîbûna encûmena xwecihî ya ENKSê ya Nemsa dike

Nûnerayetiya ENKSê li Ewropa daxuyaniyên Elzi'bî şermezar dike û piştgiriya girava birçîbûna encûmena xwecihî ya ENKSê ya Nemsa dike

11:26:26 PM

RojavaNews: Eve du rojên çend endamên nûnerayetiya ENKSê li Ewropa (xwecihiya Nemsa) di navenda PFK-Sê de li Viyêna paytexa Nemsayê berdewam in li ser girava birçîbûnê, ji bo piştgirîkirina serkirde û kadiro û têkoşerên gelê me yên di girtîgehên PYDê de, piştî derbasbûna bêhtir ji heyvekî li ser girtin û revandina wan, herwiha wek piştgiriyekî ji gelê meyê kurd re yê xweragir di welat de ku rojane rastî hemû şêwe û awayên tepeserî û pilangeriyan dibin li ser destê milîs û çekdarên PYDê.

Em di nûnerayetiya ENKSê de li Ewropa hevxem in ligel birayên xwe yên rabûn bi girava birçîbûnê li bajarê Viyêna û herwiha em sipasiya wan dikin û wan han didin li ser berdewamiya tekoşîn û xebatê û em wek nûnerayetiya Ewropa tekez dikin ku emê hewl bidin bo tevlîkirina hemû enûmenên xwecihî li Ewropa bo vê giravê û xebata aştiyane bi armanca peydakirina sercem şêweyên xebatê bo piştevaniya têkoşerên gelê me yên di girtîgehên PYDê de, heta ku bêne serbest kirin..

Hevdem  nûnerayetiya ENKSê ya  Ewropa, daxuyaniya nijadperês ya şofînizimê ereb Ese'd Elzi'bî serokê şanda danustandinkar yê desteya bilind ya danustandinan ya opozisyona Sûriyê şermezar dikin, yê di daxuyaniya xwe de gelê kurd û pêşmerge bi terorê tometbar dike, û em vê daxuyaniyê û daxuyaniyên din yên nijadperês yên her di navberekî de ji kesayetiyên ser bi opozisyonê derdikevin em wan wek dijminkariya gelê kurd û doza kurdî dibînin, herwiha dibin ku ew daxuyanî dibin sedemê çêkirina nakokiyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyê de û bi hîç awayekî nakevin di qazinca miletê Sûriyê û şoreşa wê de, berovajî ku dikevin di xizmeta rêjîma Sûriyê de û cudahî û nakokiyan zêdetir dike di navbera pêkhateyên milet de, hevdem em tekez dikin ku pêşmerge tenha ew take hêza leşkeriye ya dikare dijberî û rûbirûbûna DAÎŞê bike û herwiha ya bi  hemû hêza xwe kar dike ji bo têkşikandin û jinavbirina rêxistina DAÎŞ ya terorîst, û kariya îradeya xwe li ser civaka navdewletî ferz bike, û pêşmerge navekî pîroz e û Sembola gelê meye ji ber ku nûnerayetiya vîn û îradeya gelê kurd ya azad û berxwedanê dike li hember sercem pergal û awayên terorê û ya bervaniyê ji maf û hebûna gelê kurd dike û kesekî toxmperês wek Elzu'bî ya yekê din nikare ziman dirêjiyan li ser pêşmerge bike.

Em nûnerayetiya ENKSê ya Ewropa miletê kurd beşeka serekî ya şoreşa Sûriyê dibînin li dijî rêjîma Sûriyê û li dijî sercem awayên tepeserî û çewsandin û terorê, hevdem ku em koldanê nakin û ticarî dest ji mafên gelê xwe yên netewî yên di kurdistana Sûriyê de bernadin.

Herwiha em dibînin ku serjimêriyê awarte ya li bajaran kurdan dibe li ser destê PYDê di van baredoxên xirab û metirîsdar de yê gelê kurd têde derbas dibe, dibînin ku ew nakeve di xizmeta doza kurdî de, berovajî ku ziyan û xirabiyek mezin digehîne gelê kurd nemaza piştî koçbarkirina neçarî ya mezin ya gelê kurd ji encamê siyasetên heman partiyê, herwiha dibînin ku ev serjimêrî metirsiyek rasteqîn e nemaza di vê rewşa guhertina demografîk de ya niha li navçeya kurdî dibe, wê bi tenê bikeve di xizmeta dijminên gelê kurd de, ku rasterast dikeve di xizmeta ajendeyên rêjîma Sûriyê de û dibe dirêjîpêdanek ji pirojeyê nijadperês yê Mihemed Teleb Hilala re yê nikarîbû bi temamî ji ber berxwedana gelê kurd bête cêbicêkirin.

Em peyman û sozê didin miletê xwe û serkirdayetiya ENKSê bi berdewamiya çalakiyên siyasî û piropagendeyan û xwepêşandanan ji bo redkirina siyasetên bobilatkar û metirsîdar yên PYDê yên bikartîne ji bo zêdekirina guvaştinan li ser ENKSê ji bo paşgez bibe ji pirojeyê xwe yê netewî û serê xwe bitewîne ji siyasetên PYDê rê yên nakevin di xizmeta doza netewî ya gelê me de.

Emê em şêweyên kar û xebata cemawarî terxan bikin li dijî her aliyekî red danpêdanê bi doza meya netewî red bike yan her aliyek ziyanan bigehîne doza me û pîroziyên me yên netewî ku em bi hêlên Sor dibînin û nahêlin kesek destdirêjiya li ser wan hêlan bike.

20/09/2016

Nûnerayetiya ENKSê ya Ewropa.