Hêzek nû ya Pêşmerge diçe Kobanê

Hêzek nû ya Pêşmerge diçe Kobanê

Rojava News: Hêza nû ya Pêşmerge dê çekên sivik û navend ligel xwe bibin Kobanê, dema gehiştina wan jî dê ew hêza kevin vegere Başûrê Kurdistanê.


Hêzeke din a Pêşmergeyên Kurdistanê ber bi bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ve bi rê dikeve, ji bo girtina şûna wê hêza Pêşmerge ya ku ev yek mehe li wî bajêrî ye.

 

Li gor rêkeftina Herêma Kurdistan, Tirkiye û Amerîka, bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hêzaeke Pêşmerge berê xwe da Kobanê ji bo piştgiriya şervanên Kurd di şerê li dijî çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li wî bajêrî.