Amerîkayê hişyariya teqîna ji bo Dîlokê da!

Amerîkayê hişyariya teqîna ji bo Dîlokê da!

13:26:07

 

Rojava News: Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqere hişyarî da ku dibe êrişên terorî li navend û cihên ku kesên biyanî diçin were encamdan.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqere ji bo welatiyên xwe peyamek belav kir û tê ragihand ku li gorî agahiyên berbidest  li Dîlokê polîs li ser “şaneyeke terorê” lêpirsînê dike.

Di peyamê de wiha hat gotin: “Ev agahî dide xuyandin ku terorist dibe ku êrişê navendên bazarê yan jî kafe, xwaringeh û cihên ku kesên biyanî diçin bikin.”

Berdewamiya daxuyaniya balyozxaneyê de wiha hat ragihandin: “Welatiyên Amerîkayê yên li Dîlokê heger herin wan cihan bila ji xwe agahdarbin lê minkûn be bila neçin.”

Balyozxaneya Amerîkayê navê ti rêxistina diyar nekiriye.