Nûnerayetiya ENKSê li Ewropa bi tundî êrîşa li ser peyamnêra Rûdaw û diyardeya revandina çalakvanên siyasî û mediyakaran yên dibin ji aliyê çekdarên PYDê şermezar dike

Nûnerayetiya ENKSê li Ewropa bi tundî êrîşa li ser peyamnêra Rûdaw û diyardeya revandina çalakvanên siyasî û mediyakaran yên dibin ji aliyê çekdarên PYDê şermezar dike

12:43:40 AM

RojavaNews: PYDê hêjî berdewam e li ser siyasetên xwe yên dijminkarî û dûr ji kurdîtayê, nemaze li vê dawiyê ku bi awayekî zêdetir milisên wê radibin bi revandin û girtina siyasetmedar û mediyakaran bi armanca tirsandina miletê kurd û peydakirina cudahî û nakokiyan di navbera milet de bi armanca valakirina Kurdistana Sûriyê ji xelkê wê bi taybetî ji Ciwan û ji çalakvanên siyasî û mediyakaran.

Herwiha şeva din milisên PYDê û ji bo cêbicêkirina heman siyaseta xwe ya hewalgerî rabûn bi revandina hejmarek ji endamên PDK-Sê li navçeya Aliyan, û ewjî:

1- Mihemed Qasim Mela Ebdulhekîm (Sebah), endamê komîteya şax ji gundê "Dêrûna axê".

2- Ebdulrehman Tehlo; endamê komîteya Şax ji gundê "Şebek".

3- Azad Elî Mela Ebdo endamê komîteya şax ji bajarokê "Çilaxa".

4- Reşîd Hesen; endamê komîteya şax ji gundê "Batirzanê".

5- Ebdo Şêrî; endamê komîteya şax ji gundê Lodika.

6- Mutî'h Remezan seyd Emer; endamê komîteya şax ji gundê "Zexîrê".

Herwiha tevî kuştina ciwanekî kurd li ser destê milîsên PYDê, ji gundê Banê Şikeftê bi navê "Hanî Mihemed Sedîq" ji gundê piştî dorpêçkirina gund, û revandina Îsmaîl Elî peyamnêrê Zagros tv li bajarê Dêrikê, û herwiha destdirêjiya bi lêdanê li ser Rengîn Şero; peyamnêra kanala Rûdaw, di dema serdana wê bo welat li xala sînorî ya Sêmalka ji aliyê çekdarên PYDê ve û carek din ew bi kotekî vegerandina Herêma Kurdistanê.

Em nûnerayetiya ENKSê li Ewropa bi tundî tundutîjiya li dijî jinê û li dijî peyamnêra Rûdaw şermezar dikin, nemaze ku diyardeya tundutîjiyê li dijî jinê diyaredeyek dûr ji sinc û rewştên gelê meye, hevdem em tawana kuştinê û revandina çalakvanên siyasî û mediyakaran di navçeyên kurdan de şermezar dikin û em wê bi metirsiyek û gefxwarinek mezin dibînin, ku ev siyaseta tepeseriyê wê nikaribe PDK-Sê ji şopa wê dûr bike û bi tenê wê ev siyasetên wê bêhtir rastî nerazîbûn û şermezarkirinê bê û wê nikaribe îradeya gel bişkîne li ser berdewamiya xebata wê ya netewî û ya li dijî stemkarî û tepeseriyê.

Em bang li revanda kurd li Ewropa dikin ku betdewam in li ser xwepêşandan û nerazîbûnan li ser pirotistokirina siyaset û kiryarên PYDê û milîsên wê û herwiha ji bo şermezarkirina siyaseta wê ya li dijî pirojeyê netewî yê kurdistanê yê xebata ENKSê ji bo wê ye.

 

22/9/2016

Nûnerayetiya ENKSê li Ewropa