Efrîn: Welatiyekî 44 salî ji bo leşkeriya neçar desteserkirin!

Efrîn: Welatiyekî 44 salî ji bo leşkeriya neçar desteserkirin!

13:27:48

 

Rojava News: Li Efrînê welatiyekî 44 salî yê bi navê Nezîr bakî ji aliyê çekdarên YPGê ve bi mebesta leşkeriya neçar hate desteserkirin.

Roja pêşemme 22 yê îlonê, welatiyekî ji gundê  Qudde yê bi ser nahiye Raco yê Efrînê ji aliyê çekdarên YPGê ve bi mebestâ  leşkeriya neçar hatiye desteserkirin.

Li gor zanyariyên li jêr destê Rojava News; Dema kû Nezîr Bakî ji Efrînê ber bi gundê xwe yê bi navê Qudde ve diçû li ser rê ji aliyê çekdarên hemen rêxistinê ve hate girtin, û ji bo leşkeriya neçar ber bi cihekî ne diyar ve hatiye veguheztin.

Herweha Birayê Nezîr Bakî, Dr Xelîl Bakî hemendemê endamê komiteya herêmî yê PDKSê, di wê derbarê de li ser Facebooka xwe nivîsand ku birayê wî ji aliyê PYDê ve 22yê îlonê roja pênçşemmê hatiye revandin.

Nezîr Bakî temen 44 saliye, bavê 4 zaroka ye, li gund li dayika xwe ya 80 salî jî xwedî derdikeve, û hemendemê jî hevjina wî bi 9 heyva ducaniye.

Ew demeke dirêjê li Rojavayê Kurdistanê bi biryarê yek alî PYDê ji bo leşkeriya neçar xort û gencê deverê desteser dikê.