Demirtaş ji bo pêvajoya çareserî ji Barzanî alîkarî xwest!

Demirtaş ji bo pêvajoya çareserî ji Barzanî alîkarî xwest!

23:17:57

 

Rojava News: Hate ragihandin ku şandeya HDPê di bin serokatiya Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di gera xwe ya 4 rojan ya li Herêma Kurdistanê de ji bo pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê ji nû ve dest pê bike ji rayedarên Herêma Kurdistanê piştgirî xwestiye

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di serdana xwe ya li bajarê Silêmaniye û Kerkukê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokomarê Iraqê yê berê Mam Celal, gelek partî û saziyên sivîl re hevdîtin pêk anît.

Li gorî daxuyaniya ku ser malpera Herêma Kurdistanê hate dayîn de şandeya HDPê ji bo pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê ji nû ve dest pê bike ji Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgirî xwestiye û Barzanî jî ji bo meseleya kurd bi riyên dîyalok û aştiyê bê çareserkirin çi ji destên wan bê, dê bikin.

Herwiha Demirtaş piştî hevdîtinên xwe di civîna çapameniyê de diyar kir ku partiyên Herêma Kurdistanê gelek xwedî tecrubene û armanca serdana wan jî rageşiya di navbera partiyan de daxînin asta herê jêr û ji bo riya diyalogê vekin dê alîkariyê bidin.

Hate ragihandin ku serdana şandeya HDPê piştî 4 rojan dawî bûye û bi riya Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê dê vegerin Tirkiyeyê.