23:31:56
Rojava News: Li bajarê Duhokê avahiyeke hilweşiya û di encamê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 13 jî birîndar bûn.
Li gor hatiye zanîn; li taxa pêşengehên otomobilan a Duhokê di dema rijandina betonê de înşeat hilweşiya 2 karker bicih de jiyana xwe ji dest dan û 13 karker jî birîndar bûn.
Birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û herwiha metirsî li ser jiyana hin birîndar heye.
Hat zanîn herdû kesên ku jiyana xwe ji dest dane û yê birîndar xelkê ji Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişloyê ne.
Ta niha sedema ruxandina avahiyê baş nayê zanîn, lê di wê derbarê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
