Balafirên artêşa Tirkiyê Qendîl bombebaran dikin!

Balafirên artêşa Tirkiyê Qendîl bombebaran dikin!

 10:04:26

 

Rojava News: 6 balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê Qendîl û navendên PKKê bombebaran dikin.

Hat ragihandin ku 6 balafirên şer ên Tirkiyê li esmanê deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê digerin û çend cih dane ber bombeyan. Li gorî agahiyan, gundên Ebûbekre û Qelatokan ên li bintara Qendîl û Bole, Komtan û Çiyayê Kurtekê yên sînorî tên bombebarankirin.