10:39:15
Rojava News: Li bajarên Silêmanî, Helebce û Raniya yên Kurdistana Başûr, xwepêşandana mamostayan li dijî gîrobûn û kêmkirina mûçe dest pê kir.
Îro li bajarên Silêmanî, Helebce û Raniya û hinek deverên din ên Kurdistana Başûr beşek ji mamostayên Kurdistanê li dijî gîrobûn û kêmkirina mûçeyê xwe dest bi xwepêşandanê kirin.
Mamostayên nerazî dibêjin, bila hikûmet kirîza darayî çareser bike û mûçeyê me bide, eger nede emê dibistan û qutaxaneyan baykot bikin û naçin ser kar.
Xwepêşandan heta niha didome û ti aloziyek derneketiye.
