13:17:34
Rojava News: Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kuristanê Komcivîna ku ji aliyê dezgehên PYDê û TEV-DEMê hatibû lidarxistin bi dawî bu. Di cîvînê de hatiye zanîn ku şewazê federalî hatiye guftugo kirin û di encam de federaliyeteke ne li ser esasê netewî li ser esasê cografî hatiye pêşbînîkirin.
Di wê derbarê de Endama Komîteya Rêxistinî ya Fedralîzmê ya bi ser PYDê Fewza Yûsiv di axaftina xwe ya ji bo K24ê gotiye: “Projeya me ne netewî ye, projeyeke cugrafî û civakî ye, loma pêwîst e navê wê jî li gorî wê be, dibe ku navê wê bibe Federalîzma Demokratîk li Bakurê Sûriyê, da ku hemû pêkhateyan li xwe bigire.”
Sîstema federalîzmê ya ku Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û hin partiyên di nava Rêveberiya Xweser de kar li ser dikin, Li ser bingeheke cografî û civakî tê avakirin. Ji ber vê yekê hin partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê vê pêngavê weke projeyeke netewî Kurdî nabînin û tekez dikin ku, ev yek dijî berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyê ye.
