Serê Kaniyê: Leşkerên Tirk 2 zarok kuştin!

Serê Kaniyê: Leşkerên Tirk 2 zarok kuştin!

Rojava News: Leşkerên Tirk li ser sînorê di  navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de, komek kes gulebarankirin û di encam de 2 zarok kuştin û dayik jî birîndar kirin.

Li gor hatiye zanîn; Şevê din dema dayikek û her dû zarokê xwe xwestin di sînorê nêzîkî Serê kaniyê re derbasî bakûrê Kurdistanê bibin, rastî gulebarîna leşkerên tirkiyê hatin.

Dayik bi giranî birîndar bû,  lê herdû zarokê wê yê temen biçuk ku yek ji wan 4 saliye  Xelef Ehmed (4) û Şehed Mecid Ehmed hatin kuştin.

Kiryarên  leşkerên Tirk ên bi vî rengî li ser sînor didomin. Di encam êrîş û kiryarên leşkerên Tirk de heta niha bi dehan kes li ser sînor hatine kuştin.