Çekdarên PYD êrîşî gundekî Amûdê kirin

Çekdarên PYD êrîşî gundekî Amûdê kirin

3:25:57 PM

RojavaNews: Duh êvarî 26 . 9 . 2016 çekdarên PYD êrîşî gundê Til Hebeş ê bi ser bajarê Amûdê ve kirin, bi buhaneya girtina Ciwanan.

Jêderekî ji RojavaNews re got ku Polîsên Leşkerî yên bi ser PYDê ve bi 5 otombîlan êrîşî gundê Til Hebeş ê ku dikeve başûrê Amûdê kirin, bi buhaneya  ku şanên razehayî li gund hene, û di encam de pevçûnên devkî di navbera welatiyên gund û wan çekdaran de derketin.

Tê zanîn ku çekdarên PYD dest bi hilmeta êrîşkirina gundan li hemû bajar û bajarokê Kurdî li Kurdistana Sûriyê kirine.