Leşkerên Tirkiyê 2 zarok kuştin

Leşkerên Tirkiyê 2 zarok kuştin

4:29:50 PM

RojavaNews: Leşkerên Tirkiyê li ser sînorê di  navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, du zarok kuştin, û dayik jî birîndar kirin.

Şaha Cedan ku ji taxa Neşwa ya bajarê Hesekê ye, şevê din tevî zarokên xwe  Xelef Ehmed (4) û Şehed Mecid Ehmed dema xwestin ji gundê Nistel (60 km dikeve başûr rojavayê Serêkaniyê) ji Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, leşkerên Tirkiyê ew gulebaran kirin, Di encamê de her du zarokan jiyana xwe jidest dan û dayik jî bi giranî birîndar bû.

Tê zanîn ku bi dehan ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê li ser destê Leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.