Serê Kaniyê: Dayika birîndar jiyana xwe ji dest da!

Serê Kaniyê: Dayika birîndar jiyana xwe ji dest da!

11:45:22

 

Rojava News: Jina bi navê Şaha Cedan ya ku duh ji aliyê leşkerên tirk ve hatibû birîndar kirin jiyana xwe ji dest da.

Şaha Cedan û 2 zarokên xwe duh xwestin ku ji ser Nistel a ku li başûrê rojavayê Serêkaniyê dikeve derbasî Tirkiyeyê bibin. Lê leşkerên tirk wê û 2 zarokên wê dan ber guleyan.

Di encama êrişê de herdu zarokan duh jiyana xwe ji dest da bûn û dayika wan jî birîndar bûbû. Şaha Cedan a ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin îro jiyana xwe ji dest da.