Asayîşa bi ser PYDê liser girtina endamên ENKS berdewam e

Asayîşa bi ser PYDê liser girtina endamên ENKS berdewam e

12:38:29

 

Rojava News: Asayîşa Rojava di girtina endam û serkirdeyên partiyên Encûmena Niştîmî ya Kurd li Sûriyê(ENKS)ê berdewam e û li bajarên Girkêlegê, Çilaxa, û gundewarên wan Asayîşa Rojava di heyama 2 rojan de nêzî 9 kesî girtiye û ta niha çarenivîsa wan ne diyar.

Serkirdên PDKS'ê ku piraniya girtiyan hevalên wane dibêjin ku girtina siyasetmedaran ne di berjewendiya gelê Kurd de ye û hemû hêviyên nêzîkbûnê têk dibin, herwiha didin zanîn ku, pêwîste ji her demê bêhtir TEV DEM'ê li xwe vegere û rêkeftinên Hewlêr û Duhokê bike bingeh ji yekrêziya Kurdî re.

Tevgera Civata Demukratik(TEV DEM) ku dê di demeke nêzîk de fediralîzma Rojava bi hin hêzên siyasî û pêkhateyên deverê re dê bipejirîne, serkirdên wê tekez dikin ku ew hemû hewildanên xwe dikin da ku ENKS'ê tevlî pirojeya fediralîzmê bikin, lê ew ta niha ti danpêdanê pê nake, herwiha didin zanîn ku, partiyên ENKS'ê yasayên Rêveberiya Xweser binpê dike, loma li gorî zagonan asayîş wan kesan desteser dike û ev girtin tu carî nakeve di warê girtinên siyasî de.

Ji 15ê meha Tebaxa borî ve Asayîşa Rojava dest bi girtina endam û serkirdên ENKS'ê kiriye, di demekê de ku serkirdên TEV DEM'ê dibêjin ku partiyên ENKS'ê rêzgirtinê ji Rêveberiya Xweser û yasayên wê re nagirin.

Serkirdên ENKS'ê ji aliyê xwe ve amaje bi wê yekê dikin ku, ew xwedî pirojeyeke netewî ne, û pirojeya rêveberiya xweser tu nasnameya Kurdî têde tuneye lê belê hebûna netewî têde winda dibe, herwiha tekez dikin ku pêwîste TEV DEM rêkeftinên Hewlêr1 û 2 û Duhok bike lêveger ji çi karekî hevbeş bi ENKS'ê re.