Li Hesekê alîgirên rêjîmê li dijî federaliya PYD derketin

Li Hesekê alîgirên rêjîmê li dijî federaliya PYD derketin

4:10:21 PM

RojavaNews: Hejmarek ji alîgirên rêjîma Sûriyê li pêşiya dadgehê li qada sereke ya bajarê Hesekê kom bûn ,û redkirina xwe bo Federaliya PYD ragihandin.

Li agahiyan ku  hemû rêyên diçine orta bajêr ji hêla PYD ve hatin qutkirin, û hêzên rêjîmê nehiştin ku xwepêşandêr ber bi qada Merşo ve biçin, lê rewş aram bû.

Her li gor wan agahiyan ku, hejmara alîgirên rêjîmê di wê mangirtinê de dora 200 kesî bûn û wan bo redkirina federaliya dê ji hêla PYD ve di meha bê de bête ragihandin ew mangirtin organîze kirin.