Rojava News: Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden hêviyên serkeftinê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bo serdana Bexdayê xwest.
Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sibe ligel şandekê serdana Bexdayê bike.
Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden bi rêya telefonê li Mesûd Barzanî axivî.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin:
“Li vê peywendiya telefoniyê de Cîgirê Serokê Amerîkayê piştgîriya xwe û welatê xwe ji bo serdana Serok Barzanî û şanda li gel ya Bexdayê nîşan da û hêvî xwest serdan serkeftî be û encameke xwe ya baş hebê û proseya diyalog û danşstandin û hemahengiya li navbera Hewlêr û Bexda berdewam bibe.”
