Rojava News: Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di kongreyeke rojnamegerî de ragihand, Kongreya ENKSê ya Çaremîn di demek nêzîk de tê lidarxistin û niha amadekarî li ser asta xwecihiyan bi rê ve diçe.
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) wek hevgirtineke siyasî ye li Rojavayê Kurdistanê. Kongreya Yekem ya ENKS di 26/ Cotmeha sala 2011an li Qamişlo hat damezrandin.
Kongreya Duyemîn ya ENKSê Ii Qamişlo di 10/11 Cotmeha sala 2012an, Kongira sêyemîn jî di 16 Hezîrana 2015an li Qamişlo bi rê ve çûn.
