14:12:45
Rojava News: Dîsa welatiyên ku dixwestin ji sînor derbasî bakûrê Kurdistanê bibin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin gulebarankirin û di encamê de 4 kes 3 ji wan zarok birîndar bûn.
Duh bi şev saet 21:00 welatiyên gundên Çolebeg û Mendik ên dikevin Rojavayê Kobanê dema ku dixwestin sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê derbas bikin gulebarankirin.
Hat zanîn di encamê gulebaranê de 3 jê zarok 4 kesê din birîndar bûn.
Artêşa Tirk 26`ê mehê li bajarê Girê Spî û bajarê Tirbespiyê yê Cizîrê sivîl gulebaran kiribûn û di encamê de 17 sivîl hatibûn kuştin.
