Rojava News: 29 Eylûlê, Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Bexda ligel Serokê Encûmena Bilind a Islamî li Iraqê Emar Hekîm civiya, piştre di kongireyekî rojnamevanî de encamên civînê hatin eşkerekirin.
Di kongireya rojnamevanî de Serok Barzanî got: “Me civînek girîng kir, çend mijar hatin gotûbêjkirin, ji wan şerê li dijî DAIŞê û azadkirina navçeyên mayî li parêzgeha Mûsilê û rêkeftina derbarê vê mijarê di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê û hemû hêzên Iraqê heye, herwiha planek amadeye û divê piştî azadkirina Mûsilê gelek pêngav werin avêtin jibo çareseriya hemû pirsgirêkan.”
Derbarê petrola Kurdistanê got: “Wê şandek taybet ji Herêma Kuristanê serdana Bexda bike û ew şand dê hemû hewldanên xwe bike jibo çareskirina vê mijarê.”
Ji aliyê xwe ve Emar Hekîm ragehand: “Em li ser wê yekê rêkeftin ku, hemû pirsgirêk û nakokî bi tenê bi riya gotbêj û diyalogê dê bêne çareserkirin, divê gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexda berdewam bin û pêwîstiya me bi şand û komîteyên bêhtir hene jibo çareserkirina hemû pirsgirêkan.”
Derbarê serxwebûna Kurdistanê Serok Barzanî got: “Herêma Kurdistanê daxwaza serxwebûna dike, ne daxwaza cudabûnê û ev du babatên cudane, ev yek jî bêyî têgihştinekê ji aliyê Bexda nabe.”
Derbarê pirsek rojnamevanan derbarê gelo niyetên pak ji aliyê Bexda bo herêmê hene? Serok Barzanî got: “Helebt heger niyetên pak tineban em nedihatin Bexda, pêwendiyên me yên dîrokî hene, niha têgihştinek bêhtir heye û bi berdewamiya gotûbêjan em dê bighên encamên baş.“
