Şêx Meqsûd di bin topbaraneke giran de ma!

Şêx Meqsûd di bin topbaraneke giran de ma!

00:49:21

 

Rojava News: Çekdarên opozîsyona Sûriyê taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ku taxa kurdan e, didin ber topan.

Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, ku xelkê wê hemû kurd in, di bin topbarana çekdarên opozîsyona Sûriyê de ye.

Topbaran ji serê sibehê ve heta niha didome û di encamê de gelek xanî û avahî xira bûne lê tê gotin tiştek bi kesî nehatiye.

Çekdarên opozîsyna Sûriyê li taxa Bîstan Paşa ya Helebê bicîh bûne û ji wir taxa Şêx Meqsûd didin ber topan.