2:09:01 PM
RojavaNews: Nûnerayetiya ENKSê li Ewropa bang li revanda kurd li Beljîka dike ji bona kombûneke nerazîbûnê li Biroksil di 8/10/2016 an de.
PYD, hêjî berdewam e li ser siyaseta xwe ya dijminkarî li dijî gelê kurd û serkirde û siyasetmedar û çalakvan û mediyakarên wê, ku hêjî radibe bi girtin û revandina kadiroyên ENKSê, û gelek serkirde û têkoşerên kurd yên bêhtir ji 40 rojan hatine desteserkirin di girtîgehên PYDê de, ku rolek mezin ya wan serkirdeyan ya kara û giring hebû di xebata netewî de û di dijberiya siyaseta şofînizim ya rêjîma Sûriyê de ya li dijî gelê kurd, heman siyaset yên PYDê bikartîne û dirêjiyê bi wan dide ji bona koçbarkirina gelê kurd û peydakirina guhertinek demografîk di navçeyên kurdan de, ku sepandin û ferzkirina bacên zêde dumahîk kiryarên PYDê ye ya li dijî gelê me yê xweragir li ser axa welat.
Em di Nûnerayetiya ENKSê de li Ewropa û li ser banga biryara sikirtariya giştî ya ENKSê, bang li revanda kurd li Beljîka û li welatên doruber dikin ji bona kom bibin li pêş parlementoya Ewropa li roja şemiyê berwarê 8/10/2016z li demjimêr 13:00 li ser nav û nîşanê:
Rondikan point schuman
1000 Bruxelles
Ji bo redkirin û pirotistokirina siyaset û kiryarên PYDê û çekdarên wê, herwiha ji bona bang li parlemantoya Ewropa û li rêxistinên taybendmend bi mafên mirovan bête kirin ji bo xistina guvaştinan li ser PYDê ji bo azadkirina serkirdeyên ENKSê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehan.
Azadî ji hemû girtiyên di girtîgehên PYDê de
30/09/2016
Nûnerayetiya ENKSê li Ewropa
