Türkiye 1000 leşkerê din rêkiriye Sûriyê!

Türkiye 1000 leşkerê din rêkiriye Sûriyê!

10:49:32

 

Rojava News: Serokerkaniya artêşa Tirkiyê ragihand ku di encama operasyona bi navê Mertala Feratê, ku Artêşa Tirkiyê û hin hêzên opozisyona Sûrî bi hev re li bakurê Sûriyê birêve dibin, heta niha 960 kîlometre ji destê DAIŞê hate derxistin.

Operasyona Mertala Firatê 40 roj in li Rojavayê Kurdistanê û Sûriye berdewam dike û Tirkiyê bêhtirî 1000 serbazên taybet derbasî sûryê krine, ji bo ku beşdarî operasyonan bibin.

Serokerkaniya Artêşa Tirkiyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku operasyona wan kete roja xwe ya 40emîn û bi 6 hezar û 319 lêdanê, hezar û 657 binke û bargehên serbazî yên çekdarên DAIŞê hatine rûxandin.

Li gorî medyaya Amerîkayê, Tirkiyê hezar leşkerên xwe tevlî operasyona li dijî DAIŞê li bakurê Sûriyê kir û ew leşker tevlî hêzên Artêşa Azad a Sûriyê bûne dê deverên di destê DAIŞê de derxin û kontirol bikin.