Şerê Hêzên Kurdî û hêzên rejîmê li Hesekê berdewam e

Şerê Hêzên Kurdî û hêzên rejîmê li Hesekê berdewam e

Rojava News: Hêzên rejîmê dixwazin paregeha Agirkujê kontrol bikin, lê heta niha şervanên Kurd rêgiriyê li wan dikin.

 

Li bajarê Hesekê şer di navbera hêzên Kurdî û hêzên rejîmê û çekdarê alîgirên wê de derket.


Li gor ku hatiye belavkirin, derengî şeva borî, hêzên rejîma Sûriyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê êrîşek birine ser baregeha Agirkujê li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê, heta niha jî şer û pevçûn di navbera hêzên rejîmê û şervanên Kurd de berdewamin.


Hatiye zanîn hêzên rejîmê bi çekên giran êrîş dikin, lê heta niha şervanên YPGê rêgiriyê li pêşdeçûna wan dikin.


Li gor çavkaniyê jî; , hêzên rejîma Sûriyê ji girê Kewkeb baregeha Agirkujê topbaran dikin, lê heta niha ti aliyekî fermî ev yek ji me re piştrsat nekiriye.