Li Hesekê êrişa bombeyî: 22 mirî 33 jî birîndar

Li Hesekê êrişa bombeyî: 22 mirî 33 jî birîndar

02:08:42

 

Rojava News: Li Hesekê yê li cihê dawetekî teqînek pêk hat. Hat ragihandin ku herî kêm 22 kesan kesan jiyana xwe ji dest dane û 33 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku êrişkarê xwekuj, welatiyên ji bo dewetê ku li taxa Salahê ya Hesekeyê civiyabûn armanc girtiye. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin 22an zêdetir kes jiyana xwe ji dest dane, 33 kes jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan; DAIŞê nêzî saet 21:00an li dewetek êrişa xwekujî pêk anîye.

Di encama êrişê de jin û zarok jî di nav de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî giran bîrindar bûne. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxanyên li Hesekeyê û ji bo birîndaran anons tên kirin.