Pêşmerge gihîştin Başûrê Kurdistanê

Pêşmerge gihîştin Başûrê Kurdistanê

Rojava News: Vê sibehê seat 03:00 karwanê duyem yê Hêzên Pêşmerge ji Kobanî gihîşt Başûrê Kurdistanê.

Şevê din, ew balafira ku karwanê duyem ê Pêşmerge ji Kobanî vedgerand Başûrê Kurdistanê, ji balafirgeha bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê rabû, lê ji ber keş û hewayê nikarîbû li Balafirgeha Hewlêrê dakeve, lewma neçar ma dîsa vegeriya Bakurê Kurdistanê.

Li gor agahiyan  vê sibehê seat 03:00 ew balafir li Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê daket.


Ew 150 Pêşmerge, şevê din, piştî ku 150 pêşmergeyên din şûna wan girtin, ji Kobanî derbasî Bakurê Kurdistanê bûn.

Karwanê duyem a Hêzên Pêşmerge di 3yê Kanûna sala borî de çû bû Kobanî û cihê karwanê yekem ê Pêşmerge girtibû.

Yekemîn hêza Pêşmerge di 28ê Mijdara sala 2014 de li ser fermana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi razîbûna Parlamentoya Kurdistanê çû bû Kobanî.

Li gorî fermandarên Pêşmerge, niha % 85ê Kobanî di destê hêzên kurdî de ye.