Rojava News: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku wan xebat û çalakiyên xwe li Kurdistana Rojhilat nedane sekinandin.
Endamê komîteya navendî ya PDKÎ û berpirsê peywendiyên wê partiyê li bajarê Silêmaniyê, Tahir Mehmûdî ji BasNewsê re got, partiya me çalakiyên xwe yên serbazî li Îranê nedaye sekinandin û nûçeyên ku behsa wê yekê dikin, rast nînin.
Tahir Mehmûd her wiha got, PDKÎ ti carî xebatên xwe li hember dagîrkerên Kurdistanê nade sekinandin ji ber ku çavkaniya xebatên me xelk û xaka Kurdistanê ye.
Wî rayedarê PDKÎ behsa şerên vê dawiyê yên navbera pêşmergeyên Rojhilatî û pasdarên Îranê de jî kir û got, di tevahiya wan şeran de wan êriş kirin. Bê guman me jî mafê xweparastinê heye.
