Mesrûr Barzanî: Bi tundî teqîna hovane ya Hesekê şermezar dikim

Mesrûr Barzanî: Bi tundî teqîna hovane ya Hesekê şermezar dikim

12:42:48

 

Rojava News: Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî teqîna şeva borî ya li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê rû daye şermezar dike.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li rûpela xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Twitter” belav kir “Bi tundî teqîna hovane ya Hesekê şermezar dikim, pêwîst e aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê nakokiyên xwe bidin aliyekî bo destkeftên xwe biparêzin.”

Şeva borî, li Hesekê xwekujekî DAIŞê xwe di hola Şahiyan de teqand, di encamê de û heta niha 34 kes şehîd bûn û bêhtir ji 95 kesên din jî birîndar bûn.