Rojava News: Balafirên hevpeymaniya navdewletî îro sibehê çeperên DAIŞê li nav bajarê Kobanî bombebaran kirin, ev yek jî piştî wê yekê tê ku duhî şerekî giran li wî bajarî qewimî.
îro saet 7:15ê li gor dema Qamişlo balafirên hevpeymaniyê çeperên DAIŞê li Kobanî bombebaran kirin.
Şerê ku dohî ruda bû hetavê sibehî domand.
Lê hewlê DAIŞê yê dohî wala derket, rêxistinê ti pêşdeçûnek nekir.
Li gor hat zanin; êdî topên DAIŞê nagihin taxên Kobanî yên ku sivîl tê de dijîn û bi tenê li çeperên şer dikevin.
