Rojava News: Çavkaniyekê ji Desteya Tendurûstiyê ya Herêma Cezîrê ya Kurdistana Rojava ragehand ku, kamyonek ji dermanan bi riya deriyê Sêmalka re ji Herêma Kurdistanê gihşte Rojava jibo bilez li ser nexweşxaneyên Cizîrê werin belavkirin.
Heman çavkaniyekê ji BasNews re ragehand: “Rêveberiya Tendurûstiya Duhokê li Herêma Kurdistanê derman bi qasî 6 tonan ku, derman û pêdawîstiyên pizîşkî li xwe digre şandiye Rojava bi riya deriyê Sêmalka.”
Herwiha got: “Ew derman û pêdawîstiyên pizîşkî dê li ser nexweşxaneyên Heseke werin belavkirin jibo alîkariya birîndarên teqîna Heseke ku bi dehan kes têde bûn qurbanî.”
Hejmara qurbaniyên teqîna Hesekê ku, li hola Senabil ya şahiyan pêkhat, gihşte 35 şehîd û bêhtir ji 100 birîndarî, ji wan bûk û zava.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, amadebûna Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe jibo alîkariya birîndarên teqîna Heseke anîbû ziman û ew yek bi erkê neteweyî û mirovî wesif kiribû.
