Efrîn : Asayîşa PYD çend yasayên nû pesend dike

Efrîn : Asayîşa PYD çend yasayên nû pesend dike

Rojava News: Asayîşa bi ser partiya Yekîtiya Demokratîk ( PYD ) ve li bajarê Efrînê  çend yasayên nû li ser dukanên bajêr pesen dike .

 

Li gor yasayên ku asayîşa bajarê Efrînê belavkiriye  pêwîste hemû xwedanên dukanê alavên peywendiyê bi taybet yên Entirnêtê û mobaylan bi şêweyekê fermî moletê ji asayîşê webigrin û moleta heftiyekî daye wan û kesên ku vê yasayê cîbecî neke dê sizayên li gor yasaya kantona ku ji aliyê PYD û hevalbendên wê ve hatî avakirin bigre .

 

Herweha li gorî yasaya nû ya ku ji aliyê asayîşê ve hatî pêsendkirin nabe dukanên cil û bergan cilên serbazî bifroşin û di be hemû dukanên cil û bergan di heyama 48 seetan de dukanên xwe ji cil û bergên serbazî paqijbikin , yan dê rastî yasayên tund bên .