12:42:53
Rojava News: Li bajarê Geverê yê Kurdistana Bakûr, du grûban li hev dan, 5 kes hatin kuştin.
Îro li bajarê Geverê yê Colemêrgê, di navbera du grûbên sivîl de şer derket û bi çekan li hev dan.
Berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibêjin polîsekî jiber têkçûna rewşa derûnî gulle li xelkê sîvîl reşandiye.
Tê gotin ku di encamê de 5 welatiyan jiyana xwe jidest daye
Hêzên ewlehiyê dora cihê ku şer lê qewimiye, girtine û nahêlin ti kes jê derkeve yan derbasî wir be.
