300 kurdên êzîdî yên di destê DAIŞê de rizgar bûn

300 kurdên êzîdî yên di destê DAIŞê de rizgar bûn

Rojava News: hejmarek ji Kurdên Êzdî yên ku ji aliyê rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ve hatibûn revandin, îro hatin azadkirin û çavkaniyek jî dibêje ku niha li bajarê Kerkûkê ne.

Huner Ehmed da zanîn ku ew kurdên êzîdî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, niha li xala pişkinînê ya Mekteb Xalid, ku dikeve bakurê rojavayê Kerkûkê, li bendê ne derbasî nav Kerkûkê bibin.

 

Rayedarên siyasî û ewlehiyê yên Kerkûkê jî li ba wan kesên rizgarbûyî ne û got, heta niha Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm destûr nedaye ew kurdên êzîdî derbasî Kerkûkê bibin.

Huner Ehmed li ser zarê rayedarên Kerkûkê got, ew ditirsin kes û endamên DAIŞê jî xwe di nav wan kurdên êzîdî de veşartibûn û bixwazin derbasî Kerkûkê bibin lewma heta niha rê nedane ew derbasî Kerkûkê bibin