Serokê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir

12:40:18

 

Rojava News: Ji ber koça dawî ya kesayetekî navdar, olî û civakî ya herêma Kurdistanê Barzanî peyamekî hemxemiya xwe belav kir.

Di vê peyamê de serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serxweşî li malbat û kesûkar û peyrewên terîqeta Neqişbendî kir û hemxemiya xwa anî ziman.

Daxuyanî waha ye:

Peyama hemxemiya serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo koça dawî ya Şêx Teha yê Neqişbendî.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata birêz a Şêx Seyîd Teha Neqişbendî, mixabin nûçeya koça dawî ya cenabê Şêx Seyîd Teha Neqişbendî, ku kesayetekî navdar, olî û civakî ya Kurdistanê ye û Pîr û Murşîdê terîqeta Neqişbendî geheşte min û ez pê gelek xemgînim.

Ji ber vê bûyera xemgîn ez serxwaşiyê xwe ji we malbata birêz û tekoşer û hemû kesûkar û nasyar û muridên terîqeta Neqişbendî dikim û xwe we beşdar û şirîkê xemên we dibînim.

Ez hêvîdarim xema we ya dawî be û xwedêyê mezin bêhnfirehiyê ji hemû aliyekê re bibexşe.