Birîndarekî din yê Hesekî Şehît ket!

Birîndarekî din yê Hesekî Şehît ket!

 

 

Rojava News: Brîndarekî teqîna di nav daweta kurdan a li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da û hêhmara şehîdan derkete 35 kesan.

Li gorî agahiyan, Raperîn Fatmê ya temen 24 salî ku yek ji birîndaran teqîna di nav daweta Kurdan a li bajarê Hesekê de bû, ji ber sedema giranbûna birînan, roja duşemî doh jiyana xwe ji dest da.

Raperîn Fatmê li Nexweşxaneya Xebat a bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di bin çavdêriya Bijizkî de bû, lê belê ji ber giraniya birînan îro jiyana xwe ji dest da û şehîd ket

Bi şehîdbûna Raperîn Fatmê, hejmara şehîdên teqîna li Hesekê bo 35 kesan zêde bû.

Di teqîna Hesekê de, herwiha 90 kes jî birîndar bibûn.