Lêvegera Siyasî li Başûrê Kurdistanê kom dibe

Lêvegera Siyasî li Başûrê Kurdistanê kom dibe

Rojava News: Tê çaverêkirin ku, îro şandeke Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) serdana Başûrê Kurdistanê bike. Herwiha hat ragihandin ku serkirdeyê Tevgera Civaka Dmokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl jî li Başûrê Kurdistanê ye.

Li gor hatiye zanîn; Şandeke partiyên encumenê wê îro li ser daxwaza Serokatiya Herêma Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê bike û derbarê nakokiyên Lêvegeriya Siyasî de gotûbêjan bikin.

Çavkaniyê kê jî diyar kir ku ew serdan di demekê de ye ku niha serkirdeyê TEV-DEMê Aldar Xelîl jî bi serdanekê li Başûrê Kurdistanê ye.


Şanda partiyên ENKSê wê derbarê pirsgirêkên ku derketine pêşiya Lêvegera Siyasî de gotûbêjan bikin, bi taybetî piştî ku encumenê 3 partiyên xwe ji nava lêvegerê derxistin û TEV-DEMê ev yek qebûl nekir.