Malbatên pêşmergeyên dîl mizginî dan

Malbatên pêşmergeyên dîl mizginî dan

12:23:49

 

Rojava News: Malbatên wan pêşmergeyên ku par zivistanê ketibûn destê DAIŞê, dibêjin, ew pêşmerge dê di demek nêzîk de azad bibin û vegerin malên xwe

Par roja 30 meha Çile, li devera Mekteb Xalid li başûrê bajarê Kerkûkê, komek pêşmergeyên Kurdistanê di şer de ketin destê çekdarên DAIŞê, heta niha jî nayê zanîn li ku derê girtî ne.

Nûnerê malbatên wan pêşmergeyan û bavê yek ji wan pêşmergeyên dîl, Irfan Sedredîn ji televîzyona K24 re gotiye, li gorî agahiyên ku ketine destê me pêşmergeyên dîl dê baş in û dê bên berdan.

Bavê wî pêşmergeyê dîl da zanîn ku pêşmergeyên dîl dê di demek nêzîk de bên berdan û vegerin malên xwe.