13:32:54
Rojava News: Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê derbarê pirsa penaberên bajarê Mûsilê de rêkkevtin.
Îro 13.10.2016ê wezîrê navxweyî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî di civînekî çapemeniyê de ragehand, ku li gel hikûmeta Iraqê ji bo avakirina lijneyekî hevbeş rêkevtine.
Di civîna çapemeniyê de, ku piştî civînê Kerîm Sincarî û wezîrê koç û koçberên Iraqê Derbaz Mihemed û nûnera NY (Netewên Yekbûyî) Lisa Gandî de pêkhat û Kerîm Sincarî ragehand, parêzgehên Kurdistanê wê serpereştiya hewandina penaberên Mûsilê bikin.
Derbaz Mihemed jî amaje bi vê kir ku amadekerî û hemahengiyên wan ên temamî hene li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê bo pêşwazîkirina penaberên Mûsilê û li ser erkê hikûmeta Iraqê jî qamp hatine amade kirin.
Herwaha Kerîm Sincarî amaje bi vê jî kir, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hemahengî li gel hikûmeta Iraqê pêktîne vegerandina penaberan li Iraqê, ku li bajarên navend û başûrê Iraqê ve penaberî herêma Kurdistanê û navçeyên bin desthilatiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne.
Çavli rê ye li gel destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê bi sedhezaran hemwelatiyên Mûsilê penaberî herêma Kurdistanê bibin.
Rayedarên hikûmeta herêma Kurdistanê radigehînin ji ber şerê eşîrî û êrîşên rêxistina tund û terorîst a DAIŞê zêdetirî 1.5 milyon hemwelatî li parêzgehên başûr û navenda Iraqê ve berê xwe dane herêma Kurdistanê.
